Li Tirkiyê di nava 30 saetan de 5, di nava 10 rojan de bi giştî 10 polîsan xwe kuştin
Li Tirkiyê di sala 2021'an de 100 polîsan dawî li jiyana xwe anî. Di nava 30 saetên dawiyê de 5, di nava 10 rojên dawiyê de jî bi giştî 10 polîsan xwe kuştin.
Li gorî agahiyên ku Serokê Giştî yê Sendîkaya Polîsan Emniyet-Senê Faruk Sezer parve kiriye, di nava 30 saetên dawiyê de 5, û di nava 10 rojan de jî 10 polîsan dawî li jiyana xwe anine.
Faruk Sezer li ser hesabên xwe yên medyaya civakî raghandiye: "Raya giştî ya rêzdar; mixabin di nava 30 saetên dawiyê de 5 hevalên me dawî li jiyana xwe anîne. Hevaleke me ya jin jî xwestiye xwe bikuje, lê şukir ji xwedê re nemiriye û niha tê dermankirin. Di nava 10 rojan de 10 hempîşeyên me xwe kuştine."
Serokê Emniyet Senê Faruk Sezer, van agahiyan bi hashtaga "PolîsXweDikujin" de parve kir.
Faruk Sezer herwiha li ser hesabên xwe yên medyaya civakîev de nivîsiye: “Li gorî tespîtên me, mixabin di sala 2021'an de 100 hempîşeyên me xwe kuştine û dawî li jiyana xwe anîne. Ev rêjeya herî mezin e ku heta niha em pê dihesin û dizanin."
Sezer bang li rayedaran kir ku dawî li van xwekuştinan bînin û ji bo vê yekê jî rewş û aramiya polîsan bê başkirin. Her wiha derbarê mijarê de û sedemên xwekuştina polîsan de jî raya giştî bi awayeke zelal bê agahdarkirin.