Mijdar 28, 2021 11:52 Asia/Tehran
  • Tekeziya Erdoxan ser kêmkirina nirxa fayîzê li Tirkiyê

Serokomarê Tirkiyê tevî daketina bihayê lîreyê ragihand ku hema wisa daxistina nirxa fayîzê ya Banka Navendî didomîne.

Li gorî rapora Kurd Pressê, Receb Teyib Erdoxan serokomarê Tirkiyê, got ku tevî daketina bihayê pereyê neteweyî yê vî welatî, hema wisa ji bernameya aborî ya dewletê paş ve nakişe.

Ev di halekî da ye ku li pey daketina nirxa fayîzê û nakokiyên di gel Yekîtiya Eworpayê û welatên navçeyê, bihayê pereyê neteweyî yê vî welatî di mehên dawî da tûşî daketineke dîrokî bûye û gelê vî welatî nerazîtî nîşan daye.

Erdoxan di vî warî da got: Em tu girîngiyekê nadin şîretên Sindoqa Navneteweyî ya Dirêv. Em tenê hin kiryaran pêk tînin ku pêşî li bandora zêdebûna nirxa fayîzê û bihabûnê li ser aboriyê bigirin.

Serokomarê Tirkiyê her wiha tevî rexneya ji karzanên aboriyê yên Tirkiyê, got: Hin kes ji bo girêdana riya pêşketina Tirkiyê, her karekî bikarin, dikin.

 

Ev di halekî da ye ku Erdoxan beriya vêya destûr da saziyên dewletê da ku derbarê daketina bihayê lîreyê ku bûye sebeba pêkanîna nerazîtiyên gelemperî li vî welatî, lêkolîn bê kirin.

 

Serepeyv