Li Wanê erd hejiya
https://kurmanci.sahartv.ir/news/tirkiye-i330291-li_wanê_erd_hejiya
Li navçeya Muradiyê ya Wanê li başûrê rojhilatê Tirkiyê erd hejiya.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Tesrîn 27, 2021 06:45 Asia/Tehran
  • Li Wanê erd hejiya

Li navçeya Muradiyê ya Wanê li başûrê rojhilatê Tirkiyê erd hejiya.

Erdheja bi hêza 4.2 Rîşteran a ku serê sibê rû da, bû sedem ku tirs bikeve nava xelkê.

Rewangeha Kandilli ragihand, erdhej di saet 06.59an de li navçeya Muradiye ya Wanê rû daye û hêza wê 4.2 rîşter bû.

Li aliyê din Rêvebirina Karesat û Rewşên Bilez (AFAD) diyar kir, hêza erdhejê li Muradiyê 3.9 bû û kûrahiya wê jî 9.13 kîlometre di binê erdê de bû.

Roja 22 vê mehê jî, li navçeya Koprukoy a ser bi parêzgeha kurdnişîn a  Erziromê bi hêza 4.7 pile erd hejiyabû.