Li Tirkiyê firotina berhemên Apple hat rawestandin
Kompanya Apple ragihand ku ji ber daketina nirxê lîreyê Tirkiyê dê firotina berhemên xwe yên li vî welêt rawestîne.
Li gorî rapora ajansa nûçan a Fars News`ê, Apple jî ragihand ku divê nirxê berhemên vê kompaniyê li Tirkiyê biguhere.
Lê belê bikarhênerên tirkiyeyî nikarin li ser malpera firotina Apple ya li vî welatî daxwaza kirînê bidin û xwazyarê kirina her berhemeke Appleê di bersiva daxwaza xwe de hevoka "Ev Berhem Nemaye" dibînein.
Ji ber ku nirxê kirîna berhemên Apple li Tirkiyê bac û bêşa zêde dihewîne, bihayê wan li gorî bazara Amerîkayê ji bo bikarhêneran zêdetir e.
Nirxê lîreyê Tirkî li hember dolar berdewam daket û herî dawiyê her dolareke amerîkî gihêşt 13,5 lîreyên tirkî.
Lîreyê Tirk ji serê sala 2021’an heta niha ji sedî 40 daketiye û tenê di 10 rojên dawî de ji sedî 19 daketiye.