Mijdar 23, 2021 17:09 Asia/Tehran
  • Bihayê lîreya Tirkiyê piştî axaftina Erdoxan daket

Bihayê lîreya Tirkiyê careke din piştî axaftina serokomarê vî welatî derbarê zêdebûna bihayê pereyê derveyî, daket.

Li gorî rapora Fars Newsê, Receb Teyib Erdoxan serokomarê Tirkiyê di civîna kabîneya dewletê da got: Zêdebûna bihayê pereyê derveyî bi awayê rasterast dê li ser sermiyandanîn, berhemanîn û pêkanîna kar û şixulê bandor neke û nirxa rikeberiyê ya pereyê derveyî dê bibe sebeba zêdebûna sermiyandanîn, berhemanîn û kar û şixulê.

Serokomarê Tirkiyê soz da ku daketina giran a bihayê pereyê neteweyî yê vî welatî dê bihayan zêde neke.

Tenê çend saetan piştî vê axaftina Erdoxan, bihayê lîreya Tirkiyê careke din daket û her dolara Amerîkayê bû 11.46 lîre.

Roja îna borî bi hezaran kes li Izmîra Tirkiyê bi nîşana nerazîtiya li hemberî bihabûn, înflasiyon û daketina bihayê pereyê neteweyî derketin nav kolanan.

 

Serepeyv