Li Tirkiyê bihayê gazê piştî 3 rojan dîsa zêde bû
https://kurmanci.sahartv.ir/news/tirkiye-i330211-li_tirkiyê_bihayê_gazê_piştî_3_rojan_dîsa_zêde_bû
Sendîkayên Kar ên Îstasyonên Enerjiyê (EPGÎS) ragihand, bihayê gaza otomobîlan (LPG) 19 quruş tê zêdekirin.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Tesrîn 23, 2021 06:08 Asia/Tehran
  • Li Tirkiyê bihayê gazê piştî 3 rojan dîsa zêde bû

Sendîkayên Kar ên Îstasyonên Enerjiyê (EPGÎS) ragihand, bihayê gaza otomobîlan (LPG) 19 quruş tê zêdekirin.

Sendîkayên Kar ên Îstasyonên Enerjiyê (EPGÎS) li ser hesabê xwe yê Twîtterê peyamek belav kir û got: “Ji 23ê Mijdara 2021ê û pê ve bihayê gaza otomobîlan (LPG) 19 quruş hatiye zêdekirin.”

Li Tirkiyê her ku nirxê lîreyê Tirkî li hember Dolarê Amerîkî dadikeve bihayê gaz, benzîn û mazotê jî tê zêdekirin. Di meheke dawî de bihayê gaz, benzîn û mazotê 4 caran hat zêdekirin.