Li Bedlîsê 63 koçber hatin desteserkirin
https://kurmanci.sahartv.ir/news/tirkiye-i330187-li_bedlîsê_63_koçber_hatin_desteserkirin
Li parêzgeha Bedlîsê ya Kurdistana Tirkiyê, 63 koçberên Efxan hatin desteserkirin.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Tesrîn 21, 2021 19:30 Asia/Tehran
  • Li Bedlîsê 63 koçber hatin desteserkirin

Li parêzgeha Bedlîsê ya Kurdistana Tirkiyê, 63 koçberên Efxan hatin desteserkirin.

Parêzgariya Bedlîsê ragihand, tîmên cendirmeyan li ser riya Bedlîs-Hawêlê du mînîbus rawestandin.

Di encama pişkînînan de di nav her du mînîbusan de 63 koçberên Efxan hatin desteserkirin.

Li ser qaçaxçitiya koçberan derbarê 4 kesan de lêpirsîn hat destpêkirin.

Tirkiye yek ji rêyên sereke ye ku koçber hewl didin ji wir derbasî Ewropayê bibin.

Li gor nûçeyên herî dawiyê, rewşa penaberan li ser sînorê Tirkiye û Yûnanistanê krîtîk e û her çendî ku Ewropayê heta niha bi milyaran dolar ji bo rêgirtina li hatina koçberan pêşkêşî Tirkiyê kiriye, lê Enqere vê alîkariyê kêm dibîne.