Nerazîbûna gelê Tirkîyê li Izmîrê hibmerî rewşa aborî
https://kurmanci.sahartv.ir/news/tirkiye-i330148-nerazîbûna_gelê_tirkîyê_li_izmîrê_hibmerî_rewşa_aborî
Hin esnafên Izmîra Tirkîyê bi nîşana nerazîbûna ji ber bihabûna berfire ya kel û pelan û pirsgirêkên debara jîyanê daketin kolanan.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Tesrîn 19, 2021 17:30 Asia/Tehran
  • Nerazîbûna gelê Tirkîyê li Izmîrê hibmerî rewşa aborî

Hin esnafên Izmîra Tirkîyê bi nîşana nerazîbûna ji ber bihabûna berfire ya kel û pelan û pirsgirêkên debara jîyanê daketin kolanan.

 

Bi hezaran karker û esnafên tirkîyeyî xwenîşandanek ser navê em nikarin debara xwe bikin, lidar xistin û bi durişmên ``kar, nan, azadî``, `` bûce ne jibo qesrê belkî jibo malnişînan``, ``yekitîya karkeran dê sermayedarîyê têk bibe``, bila dewlet istêfayê bike`` û ``em mafên weke merivan dixwazin``nerazîbûna xwe nîşan dan.

Di daxûyanîya xwenîşanderan da hatîye: Sibê yê bihaya çi tiştî jorda here, bi miaşê ku her roj dihele em dê çawan bikaribin bijîn û em dê çawan zivistaneka reş ku di rê da ye, derbas bikin, em nizanin û bêkarbûn jî her ku diçe berfire dibe.

Bihaya lîrê tirka her ku diçe zêdetir dadikeve û bihaya kel û pelan û xercên jîyanê jî her ku diçe jorda diçe, evana bûne sedema daketina asta hebandina Serokomarê Tirkîyê.