Mijdar 18, 2021 23:01 Asia/Tehran
  • Dolar 11 lîreyên Tirkî derbas kir

Buhayê dolar piştî biryara faîzê ya Banka Navendî ya Tirkiyê zêde bû û buhayê yek dolar ji 11 lîreyên Tirkî derbas kir.

Banka Navendî ya Tirkiyê, îro derbarê rêjeya faîzê de biryara xwe eşkere kir û ew rêje bo ji sedî 15 kêm kir.

Piştî biryara faîzê, buhayê dolar zêde bû. Îro di saet 14:15an de dolar bû 10,94 lîreya tirkî. Piştre buhayê dolar ber bi jêr ket, lê belê di saet 16:33an de dolar derket asta herî bilind û buhayê yek dolar bû 11,29 lîre.

Herwiha buhayê euro jî li hember lîreya Tirkî, bû 12,76 lîre.

Serepeyv