Serokê Rejîma Îsraîlê spasiya Erdogan kir
Serokomarê Tirkiyê Receb Teyib Erdogan ku hergav siyaseteke bi durûtî derbarê Rejîma Siyonîst meşandiye bi telefonê bi Serokê vê Rejîmê Isaac Herzog re axivt.
Li gor daxuyaniya Serokatiya Ragihandinê ya Serokomariya Tirkiyê, di pêwendiya telefonî de têkiliyên Tirkiye û Rejîma Îsraîlê û herwiha mijarên herêmî hatine gotûbêjkirin.
Erdogan di vê axivtinê de îdia dike ku pêwendiyên Tirkiye û Îsralîê ji bo asayîş û seqamgîriya Rojhilata Navîn girîng e û tekez kiriye ku hem mijarên dualî û hem jî mijarên herêmî, dema bi hevgihîştina herdu aliyan bin, nêrînên cuda jî dê dakevin asta herî nizm.
Erdogan ku destwerdana dewleta wî li welatên herêmê ji her kesî re eşkera ye, destnîşan dike ku divê li herêmê aştî, xweşbînî û çanda pêkvejiyanê serdest bibin û ji bo vê mebestê jî pêşketina pêwendiyên Filistîn û Îsraîlê û cardin destpêkirina pêvajoya aştiyê, girîng in.
Serokomarê Tirkiyê diyar kiriye; berdewamkirina diyaloga navbera Tirkiye û Rejîma Îsraîlê, ji bo berjewendiyên hevbeş e.
Di pêwendiya telefonî de Serokê Rejîma Îsraîlê Isaac Herzog ji ber serbestberdana jin û mêrê îsraîlî, spasiya Erdogan kiriye.
Jin û mêrekî îsraîlê yên bi navên Natali û Mordy Oknin bi sûca kişandina wêneyên mala Erdogan a li Stenbolê, bi hinceta sîxûriyê hatibûn desteserkirin, ev her du siyonîst vê sibê hatin berdan.
Piştî vegerîna van du siyonîstan nav Erdên Dagirbûyî (Îsraîl), Serokwezîrê Rejîma Siyonîst Naftali Bennet û Wezîrê Derve yê vê rejîmê Yair Lapid di daxuyaniya hevbeş de diyar kirin: “Piştî hewldanên hevbeş ên ligel Tirkiyê, Mordy û Natali Oknin vedigerin Îsraîlê. Em ji ber hevkariya Serokomarê Tirkiyê û hikûmeta wî, spas dikin.”