Mijdar 18, 2021 17:40 Asia/Tehran
  • Di navbera Erdogan û Soylu de nîqaşa ser meytê Osman Ocalan

Li Parlamenta Tirkiyê di civîna Desteya Navendî ya Rêvebirinê ya AKPê de bo Tirkiyê anîna termê Osman Ocalan ku birayê Rêberê PKKê Abdullah Ocalan e bû mijara gotûbêjê.

Li gor agahiyan di civînê de parlamenterekî bibîr xist ku daxwaza malbata Osman Ocalan heye termê wî bînin Tirkiyê û çend endamên desteyê jî ev erênî nirxandine.

Herwiha Wezîrê Navxwe yê Tirkiyê Suleyman Soylu derbarê mijarê de nêrîna xwe diyar kiriye û gotiye: “Rayedar dibêjin neanîna termê wî dê rastir bibe.”

Piştî gotinên Soylu Serokkomarê Tirkiyê û Serokê AKPê Recep Tayyip Erdogan bersiv daye û gotiye: “Em li gor biryara rayedaran tevnegerin. Em mijarê di navbera xwe de gotûbêj bikin û li gor wê yekê biryar bidin.”

Li gor agahiyan piştî nêrîna Erdogan a derbarê mijarê de gotûbêj bidawî bûne.

Birayê Osman Ocalan, Mehmet Ocalan derbarê wefata birayê xwe de ji Rûdawê re ragihandibû ew bi wefata birayê xwe gelek xemgîn in û li ser egera birina cenazeyê wî yan jî sazkirina merasîmekê li Bakurê Kurdistanê jî gotibû, “Zarok û hevjîna wî dê biryar bidin. Em dê biryarekê bidin.”

Birayê Rêberê PKKê Abdullah Ocalan, Osman Ocalan 15ê Mijdara 2021ê ji ber nexweşiya Coronayê li Hewlêra paytexta Herêma Kurdistanê koça dawî kiribû û li navçeya Pîrmamê ya ser bi Hewlêrê ve hatibû veşartin.

Serepeyv