Demîrtaş piştgirî da çalakiya “hevdû helalkirin”a Kiliçdaroglu lê ew hişyar jî kir
Girtiyê siyasî yê kurd û hevserokê berê yê HDPê Selahedîn Demîrtaş piştgirî da çalakiya serokê giştê yê CHPê Kemal Kiliçdaroglu ya “hevdû helakirin” lê hişyarî jî da.
Çend roj berê serokê giştê yê CHPê Kemal Kiliçdaroglu çalakiyek bi navê “hevdû helakirin” ragihandibû.
Beşek ji pisporên siyasî dibêjin, Kiliçdaroglu ew çalakî bo komkirina dengan daye destpêkirin.
Lê girtiyê siyasî yê kurd û hevserokê berê yê HDPê Selahedîn Demîrtaş li ser wê çalakiyê peyamek belav kir û piştgirî da Kiliçdaroglu.
Demîrtaş gotiye, ew wê çalakiya Kiliçdaroglu girîng û bi qîmet dibîne û divê her kes pêşwazî lê bike.
Demîrtaş hişyarî jî daye û gotiye, lê divê ev çalakiyên wiha ji dil bin û bo komkirina dengan nebin, çimkî eger wisa be dê serkeftî nebe.
Hevserokê berê yê HDPê soz jî daye ku ew jî xeletiyên xwe bibîne û daxwaz ji wan kesên ku ji ber xeletiyên wî êşiyane, wî helal bikin.
Serokkomarê Tirkiyê Receb Teyib Erdogan ku dijminiya xwe ji kurdan re îsbat kiriye jî nerazîbûn derbarê vê axaftinên Serokê Giştî yê CHPê Kemal Kilicdaroglu de nîşan da û got: “Tenê dixwaze roja xwe derbas bike. Dê ji kîjanî helaliyê bixweze. Dê çawa ji Dêrsimê û Kurdan helaliyê bixwaze?”