Mijdar 17, 2021 17:51 Asia/Tehran
  • Erdogan axivî û bihayê lîreyê Tirkiyê zêdetir daket

Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan piştî ku ragihand ew dê rûbirûyê faîz û enflasyonê bibe, bihayê lîreyê Tirkiyê zêdetir daket û her dolarek rabû 10.55 lîreyan.

Serokomarê Tirkiyê û Serokê Giştî yê AK Partiyê Recep Tayip Erdogan îro di civîna grûba partiya xwe de li ser rewşa aborî ya wî welatî, pêşhatên dawî yên li Tirkiyê û navçeyê axivî.

Recep Tayip Erdogan amaje bi wê yekê da ku ew dê rûbrûyî faîzê û enflasyonê bibe û bêyî ku ti navekê bide got ku ew ne ligel wan kesan e ku faîzê diparêzin.

Ev gotinên Serokomarê Tirkiyê ên derbarê faîzê de di demekê de ne ku ji ber polîtîkaya daxistina faîzê ya hikûmetê roj bi roj nirxê lîreyê Tirkî li hember dolar dikeve û rewşa aborî ya wî welatî xirabtir dibe. Piştî vê daxuyaniya Erdogan, bihayê her dolarekî Amerîkî li beramber lîreyê Tirkî gehişte derdora 10.55 lîreyan. 

Serepeyv