Mijdar 17, 2021 12:35 Asia/Tehran
  • Parlementerekî berê yê CHPê: Eger Demîrtaş wî karî bike dê yekser were azadkirin!

Parlementerekî berê yê CHPê şert û mercên azadkirina girtiyê siyasî yê kurd û hevserokê berê yê HDPê Selahedîn Demîrtaş eşkere kir.

Her çend nêzîkî du salan bo hilbijartinên giştî yên Tirkiyê mane lê rojeva siyasî ya wî welatî ji niha de hilbijartin e û roj bi roj jî germtir dibe.

Mîna çend hilbijartinên berê, di hilbijartinên vê carê de jî dengên kurdan gelekî kirîtîk e. Yek ji wan siyasetmedarên kurd yên ku dikare berê dengên kurdan bide guhertin, bê guman Selahedîn Demîrtaş e ku niha di girtîgehê de ye.

Heta niha çendîn caran dadgeha Ewropayê daxwaz ji Tirkiyê kiriye Demîrtaş azad bike, ji ber ku ew tohmetên ku Demîrtaş ji ber wan hatiye girtin, dikevin çarçoveya azadiya raman û xebatên siyasî, ew jî ne sûc in. Lê dewleta Tirkiyê bi taybet Erdogan bi tundî vê yekê red dikin.

Lê parlementerekî berê yê CHPê bi navê Mustafa Balbay, ku niha di rojnameya Cumhuriyetê de gotaran dinivîse, di gotara xwe de îro behsa azadkirina Demîrtaş kiriye.

Balbay gotiye, li gorî agahiyên ku ketine destê wî, eger Demîrtaş di hilbijartinan de bibe kandîdê serkomariyê û soza wê yekê bide ku kurd (endam û alîgirên HDPê) dengên xwe nedin tifaqa Milet, dê yekser were berdan.

Balbay di berdewamiya gotara xwe de dibêje, lê ez bawer dikim ev tişt niha ne gengaz e êdî.

Demîrtaş ji payîza sala 2016 ve hatiye girtin.

Serepeyv