Mijdar 15, 2021 15:48 Asia/Tehran
  • Wezîrê karên derve yê Tirkiyê: Boykotên sepandî dijî Îranê divê bên rakirin

Wezîrê karên derve yê Tirkiyê li ser pêwîstiya betalkirina boykotên sepandî dijî Îranê tekez kir.

Li gorî rapora IRAN Pressê, Mewlûd Çawûşoxlû, Wezîrê karên derve yê Tirkiyê roja duşemiyê di press konferansa hevpar tev Husên Emîr-Ebdullahiyan wezîrê derve yê Îranê li Têhranê, tevî sipasiya ji mazûvaniya Îranê û diyarkirina hevderdiya xwe tev birîndarên erdheja Hormuzganê, got: Tirkiye her tim li kêleka Îranê ye.

Wezîrê karên derve yê Tirkiyê tevî amajeya bi xurtbûna pêwendiyên Têhran û Enqerê di hemî waran da, got: Ez hêvîdar im ku nexşeriya hevkairya Îran û Tirkiyê di dema hevfetmîn Konseya bilind a hevkariyên du welatan were wajokirin.

Wezîrê karên derve yê Tirkiyê her wiha destnîşan kir ku di civîna tev Emîr-Ebdullahiyan da derbarê aştî û ewlehiyê li navçeyê bi taybet, Iraq, Efxanistan û Yemenê hin gotûbêj pêk hatin.

 

 

Serepeyv