Mijdar 13, 2021 22:21 Asia/Tehran
  • Demîrtaş: Dengderên HDPê hêza diyarkirina desthilatê ne

Hevserokê berê ê HDPê Selahattîn Demîrtaş gotarek bi navê "dengderên HDP çi dikin?" nivîsiye û dibêje, dengderên HDPê hêza diyarkirina desthilatê ne.

Selahattîn Demîrtaş go “herkes li ser wê xalê hevnerîn e ku dengderên HDP li kîjan alî bin ew alî bi ser dikeve, bi taybetî jî di hilbijartinên pêş de.”

Li gorî Demîrtaş, stratejiya dengderên HDP ew e ku di nava hevpeymaniyan de cî nagrin û ji ber vê jî herdû hevpeymanên desthilatê êrîşî ser wan dikin û tometa dixin stuyê wan.

Demîrtaş di gotara xwe de behsa guvaşên desthilatê li ser dengderên HDPê jî kiriye û nivîsî ye ku desthilat ji bo qaîmkirina cihê lingê xwe, hewla terorîzekirina HDPê dide.

Herwiha Demîrtaş dibêje, HDP û dengderên xwe daxwaza Tirkiyeke cîgir dikin, jîngeheke aram û demokrasiyeke berfereh û yeksan dikin.

Selahattîn Demîrtaş diyar kir ku ew nizane ka wê dengderên HDPê di hilbijartina pêş de çi bikin, lê dizane ku ew ê bi jîrî, mantiqî û wîjdan biryara xwe bidin.

Serepeyv