Serokên Tirkiye û Hungaryayê çend lihevkiriname wajo kirin
https://kurmanci.sahartv.ir/news/tirkiye-i329984-serokên_tirkiye_û_hungaryayê_çend_lihevkiriname_wajo_kirin
Serokên Tirkiye û Hungaryayê çend lihevkirinameyên hevkariyê wajo kirin.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Tesrîn 12, 2021 13:33 Asia/Tehran
  • Serokên Tirkiye û Hungaryayê çend lihevkiriname wajo kirin

Serokên Tirkiye û Hungaryayê çend lihevkirinameyên hevkariyê wajo kirin.

Li gorî ajansa Anatoliyê, Receb Teyib Erdoxan serokomarê Tirkiyê û Vîktor Orban serokwezîrê Hungaryayê (Mecaristan) piştî hevdîtina xwe li Enqerê û beşdariya di civîna Konseya Hevkariya Stratejîk da, beşdarî presskonferanssekê bûn.

 

Serokên du welatan di vê press konferansê da qala wajokirina 9 lihevkirinameyên hevkariyê - ji wan lihevkirinameyek navbera pirtûkxaneyên neteweyî û çend lihevkirinameyên hevkairya medyayî - kir.

Di vê hevdîtinê da li warên zanistî, pîşe û teknolojiyê jî hin têgihîştinname hatin wajokirin.