Mijdar 10, 2021 18:15 Asia/Tehran
  • Mezlûm Kobanî: Amerîka û Rûsya operasyoneke nû ya Tirkiyê qebûl nakin

Fermandarê Giştî yê HSDê Mezlûm Kobanî (Ebdî) di hevpeyvînekê bi malpera “Al-Monitor” re ragihand, eger Tirkiye rizamendiya Rûsya û Amerîka wernegire, ew nikare dest bi operasyoneke nû li bakur û rojhilatê Sûriyê bike.

Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) Mezlûm Ebdî radigihîne, Rûsya û Amerîka ew piştrast kirine, ew li dijî operasyoneke nû ya Tirkiyê li bakur û rojhilatê Sûriyê  ne.

Ebdî aşkere kir: Amerîkayê bi awayekî fermî ji me re gotiye ku ew li dijî êrîşa Tirkiyê ya li dijî me ne û ew ti operasyoneke Tirkiyê qebûl nakin.

Derbarê helwesta Rûsyayê de jî got: “Rûsan jî ji me re gotine ku wan bi Tirkiyê re ti peyman nekiriye. Lê got, dibe ku hêzên Artêşa Niştimanî ya Sûrî yên ku Tirkiye piştgirîya wan dike, li şûna artêşa Tirkiyê bi xwe, êrîşî me bikin.”

Her di vê derbarê de jî Ebdî got: “Bi rastî jî wan dîrokek da me ku diviyabû wan (hêzên Artêşa Niştimanî ya Sûrî) 5ê Mijdarê êrîşî me bikirina, lê tiştek nebû.”

Fermandarê Giştî yê HSDê herwiha destnîşan kir: “Di şert û mercên heyî de, êrîşeke Tirkiyê ne pêkane. Ji bilî vê Rûsan ji me re gotin ku wan ji tirkan re gotiye ku ew êrîşa li dijî me qebûl nakin.”

Li ser pêwendiyên bi Şamê re jî Mezlûm Kobanî ragihand, heta niha ew neçûne Şamê û dest bi danûstandinên fermî û cidî nekirine. Bi gotina Kobanî, Şam hîn ji bo danûstandinan ne amade ye.

Dewleta Tirkiyê ji wan Erdogan serokomarê tirk çendîn caran gefa êrişa li dijî kurdên Sûriyê xwarin.

Serepeyv