Mijdar 07, 2021 09:39 Asia/Tehran
  • Behrewergirtin ji Bendava Îlîsûyê li nêzikîê sînorê Iraqê ji aliyê Erdoxan va hat destpêkirin

Serokomarê Tirkiyê roja şemiyê behrewergirtin ji bendavek û hêzgeheke berhemanîna elektrîkê li başûrê rojhilatê vî welatî û nêzikî sînorê Iraqê dan destpêkirin.

Li gorî rapora ajansa Shafagh'ê, Bendava Îlîsûyê bendaveke kevirîn bi asta betonî li ser çemê Dijleyê û li navbera parêzgehên Mêrdîn û Şirnexê ye.

 

Ev bendav yek ji 22 bendavên projeya bi navê Başûrê rojhilatê Anatoliyê ye û armanca wê wek berhemanîna elektrîkê, kontrolaa lehiyê û zimhêrkirina avê hatiye ragihand. Avakirina vê bendavê sala 2006an dest pê bû û çdi destpêkê da çaverêtî hebû ku sala 2016an bi dawî were.

Receb Teyib Erdoxan serokomarê Tirkiyê di axaftina xwe da li merasima destpêkirina bendava Îlîsûyê wiha got: Çêkirina vê bendavê li ser çemê Dijleyê dê sembola aştî, biratî, aramî, rihetî û hêzê be.

Çêkirin û komkirina ava bendava Îlîsûyê gelek nîgeranî ji Iraq û Sûriyê ra pêk anîne.

 

Serepeyv