Mijdar 06, 2021 20:08 Asia/Tehran
  • Erdogan bi Serokwezîrê Hikûmeta Yekîtiya Neteweyî ya Lîbyayê re hevdîtin kir

Serokomarê Tirkiyê Receb Teyib Erdgan li pişt deriyên girtî bi Serokwezîrê Hikûmeta Yekîtiya Netewî ya Lîbyayê re civiya, eva di rewşekê de ye ku hatibû ragihand ku ser Erdogan emeliyat kirine.

Li gorî rapora Saziya Radyo û Televîzyonê ya Tirkiyê (TRT), hevdîtina Erdogan bi Serokwezîrê Hikûmeta Yekitiya Neteweyî ya Lîbyayê Ebdulhemîd Dîbîba ra li dûrî çavê rojnamevanan hat kirin û ji ber vê sedemê jî naveroka hevdîtinan derneketiye û şik û gumanên derbarê tendirustiya Erdogan jî zêde kirine.

Hevdîtin li Koşka Serokomariya Tirkiyê ya li Stenbolê pêk hat.

Erdogan ji bo parastina berjewendiyên hikûmeta xwe li Deryaya Spî û Bakurê Afrîqayê, hevdemê zêdebûna kirîzê li Lîbyayê di guhertinên vî welatî de piştgiriyê dide Hikûmeta Yekitiya Neteweyî ya Lîbyayê ku navenda wê li Trablusê (rojavayê Lîbyayê) ye û li vî halî de dijbariya Xelîfe Hefter, fermandarê artêşa Rojhilatê Lîbyayê dike. Lê parlamenta Lîbyayê (li Tobruqê) bi yekdengî deng da ku têkiliyên Lîbyayê bi Tirkiyê re qut bike.

Serepeyv