Li ser Erdogan emeliyat kirin
Piştî gotegotên derbarê xirabbûna rewşa tendirustiya Serokomarê Tirkiyê, sernivîserê toreke civakî ya Tirkiyê li ser zarê çavkaniyên agehdar ragihandiye ku li ser Receb Teyib Erdogan emeliyat bûye.
Li gorî rapora malpera nûçeyan a Turkiye Elan`ê, Hakan Avîgon, sernivîskarê tora Flash a Tirkiyê, êvara pêncşemiyê li ser zarê çavkaniyên Tirkiyê li Koşka Serokomariya Tirkiyê ragihand, ku Receb Teyib Erdogan vê dawiyê neştergerî ya nexweşiya verîsê bûye.
Ev rapor di demekê de ye ku di van demên dawî de çavkaniyên Tirkî behsa xirabbûna rewşa Erdogan kirin.
Lê sernivîserê tora Flash îdia kir ku rewşa fizîkî ya serokomarê Tirkiyê baş e û ti pirsgirêkeke taybet nîne.
Di demekê de ku gotegotên derbarê xirabbûna rewşa tendirustiya Erdogan de zêde bûn, malpera Syanan a Tirkiyê ragihand ku derbarê 30 kesên ku zanyariyên “şaş” derbarê tenduristiya Serokomar de belav kirine, tedbîrên qanûnî hatine girtin.
Berî vê yekê hatibû ragihand kesên ku derbarê tendirustiya Erdogan biaxivin ji aliyê hêzên ewlehiyê tên desteserkirin.