‛Kesên li ser tenduristiya Erdogan diaxivin, tên serdegirtin’
Çalakger û siyasetmedarên tirk da zanîn ku agahî hene tenduristiya serokkomarê Tirkiyê Receb Teyib Erdogan ne baş e. Têkildarî van agahiyan desthilatên Tirkiyê bi ser çalakgeran de girt û banga lêpirsînê kir.
Çalakger û siyasetmedaran bi twittên xwe dîmenê ku serokomarê Tirkiyê Receb Teyib Erdogan bi giranî dimeşe û aciz e belav kir û li ser tenduristiya Erdogan ku ne baş e axivîn.
Roja Çarşemê jî çalakgerekî bi twittekê ragihandibû ku wî bi parlamanterekî AKP`ê re axivî û parlamenter eşkere kir ku niha Erdogan di nexweşxanê de ye û nîv felç bûye. Di heman demê de got, rewşa wî heta ji endamên AKP`ê re jî nayê eşkerekirin. Li ser vê yekê tedbîrên ewlekariyê girtine û vê carê rewşa Erdogan pirr xeter e.
Kovara Foreign Policy 4`ê Cotmeha derbasbûyî ku agahiyên xwe spartibû malperên herêmî, bi raporekê îşaret bi rewşa nebaş a tenduristiya Erdogan kiribû, lê hin texmînên din ragihandin ku pizîşkan cîhazek ji bo rêxistinkirina tevgera dilê Erdogan danîne.
Li ser belavkirina agahiyên bi vî rengî desthiltdarên Tirk banga lêpirsînê ji 30 çalakgeran kir.
Di vê navberê de Birêveberiya Giştî ya Ewlekariya Tirkiyê diya kir ku gotegotên li ser malperên medya civakî yên têkildarî tenduristiya serokkomarê Tirkiyê ne rast in.
Vê birêveberiyê diyar kir ku twittên derbarê tenduristiya Erdogan de rûmeta wî bin pê dikin.