Wêdadayîna Erdoxan, mijara civîna partiyên dijber li Tirkiyê
Tesrîn 04, 2021 06:29 Asia/Tehran
Şeş partiyên dijberê dewleta Tirkiyê civînek ji bo vekolandina îmkana wêdadayîna Receb Teyib Erdoxan ji serokomartiya vî welatî li dar xist.
Li gorî rapora Kurd Pressê, Civîna nûnerên şeş partiyan yanî Partiya Baş (IP), Komarxwaza Gel (CHP), Partiya Seadetê, Partiya Demokrat (DP), Partiya Pêşerojê û Partiya Demokrasî û Pêşketinê (DEVA) hat lidarxistin.
Di vê civînê da nûnerên parlimana Tirkiyê derbarê pêwîstiya guhertina desthilatê li Tirkiyê ji pergala serokomartiyê bo pergala parlimanî û mijara nedana dengê baweriyê bo dewleta niha ya Tirkiyê bi hev ra şêwirîn.
Serepeyv