Mijdar 02, 2021 13:09 Asia/Tehran
  • Demîrtaş henekên xwe bi Erdogan kir: Dergevanê me otomobîleka Audi Q8 kirriye!

Hevserokê berê yê HDPê û girtiyê siyasî yê kurd Selahedîn Demîrtaş li ser mijara şiyana welatiyên Tirkiyê bo kirrîna otomobîlan henekê xwe bi serkomarê Tirkiyê Receb Teyib Erdogan kir.

Çend roj berê serkomarê Tirkiyê Receb Teyib Erdogan bersiva wan rexne û gazindan dabû ku dibêjin welatiyên Tirkiyê şiyana wan ya kirrînê nemaye û gelekî belengaz bûne.

Erdogan gotibû, niha li her malekê de otomobîlek heye, heta dergevan jî bûne xwedan otomobîl.

Hevserokê berê yê HDPê û girtiyê siyasî Selahedîn Demîrtaş li ser twîttera xwe henekê xwe bi Erdogan kir û got, li Diyarbekirê dergevanê apartmana me otomobîleka Audi Q8 kiriye. Ji xwe otomobîlela wî ya Mercedes jî hebû, lê ew dê bi ya nû hatinçûna markêtê bike!

Demîrtaş li dû wê hevokê jî gotiye, gelo yên li ser desthilatê çawa dijîn. Lê tiştek nabe kêm ma, emê di demek nêzîk de we ji “zengîntiya zêde” xilas bikin!

Ew otomobîla ku Demîrtaş behs kiriye, li Tirkiyê herî kêm milyonek û 200 hezar lîreyan e.

Serepeyv