Mijdar 01, 2021 12:08 Asia/Tehran
  • Li hevdîtina Biden û Erdogan çi hatin gotûbêjkirin?

Piştî ku li Romaya paytexta Îtalyayê û li derveyî Lûtkeya Grûpa 20, şandên Amerîka û Tirkiyê li ser asta bilind civiyan, Receb Teyib Erdogan ragihand, yek ji mijarên dîdara wan, alîkariya Amerîka ji bo HSDê bû.

Erdogan HSD û PYD wekî PKK komên terorîst bi nav kir û ragihand ku wî nîgeraniya xwe di derbarê alîkariya Amerîkayê ya bo HSD û PYDê de, ji Biden re ragihandiye.

Erdogan herwiha ragihand, me behsa wê yekê jî kir, ku aya firokeyên F-16 yên welatê wî têne nûjenkirin yan jî Waşinton F-16 ya nû difiroşe Tirkiyê.

Erdogan û Biden, du bi du neciviyan, lê belê civîn pêk hat, ku ew jî bi amadebûna herdu şandan bû û serokomarê Tirkiyê jî ew civîn bi sînordar binav kir.

Koşka Spî jî, di derbarê wê civînê de ragihand “Biden û Erdogan proseya siyasî ya Sûriyê, rewşa rojhilatê Deryaya Spî û Lîbyayê, gotûbêj kir. Biden nîgeraniya xwe li ser kirîna sîstema S-400 a Rûsî ji aliyê Tirkiyê ve, derbirrî, û tekezî li ser girîngiya bihêz a dezgehên demokrasî, rêzgirtin li mafên mirovan û serweriya qanûnî kir.”

Erdogan roja 24/09/2021ê derbarê pêwendiyên xwe ligel Biden, ji medyaya welatê xwe re ragihand, heta niha ligel ti serokekî Amerîkayê, di rewşeke wiha xirab de nebû.

Joe Biden, ji dema ku bûye serokê Amerîkayê, 2 caran ligel Erdogan civiyaye. Di Hezîrana îsal de û li Bruksela paytexta Belcîkayê, li kêleka Lûtkeya NATOyê bû.

Serepeyv