Biden fukarên xwe ji ber kirîna moşekên S-400 ji Erdogan re dan diyarkirin
Serokomarê Amerîkayê Joe Biden ji serokomarê Tirkiyê Recep Tayyîp Erdogan re fukarên xwe yên ji ber kirîna moşekên S-400 ên Rûsyayê re diyar kirin.
Li gorî daxuyaniya Koşka Spî serokê Amerîkayê Joe Biden di hevdîtina xwe ya duh yekşemê ya li gel Erdogan de ku di komcivînn G20’an de pêk hat, girîngiya saziyên demokratîk û rêzgirtina ji mafên mirovan û qanûnan re destnîşan kir.
Her wiha di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku Biden û Erdogan xebatên siyasî yên li Sûriyê, mijara gihandina alîkariyan ji Efganistanê re, hilbijartinên Lîbyayê, rewşa li rojhilatê Deryaya Spî û xebatên dîplomatîk ên li başûrê Qafqasyayê nîqaş kirine.
Li gorî daxuyaniyê Biden ji Erdogan re daxwaza xwe ya avakirina têkiliyan û berfirehkirina têkiliyên hevkariyê û derbaskirina nakokiyên di navbera her du welatan de piştrast kiriye.
Berpirsekî amerîkî jî piştrast kir ku Biden dê di civîna yekşemê de Erdogan hişyar bike ku tevgerên xemsar neke û nakokiyên di navbera her du welatan de derbas bike.