Agir bi hêzgeha navokî ya Tirkiyê ket
https://kurmanci.sahartv.ir/news/tirkiye-i329747-agir_bi_hêzgeha_navokî_ya_tirkiyê_ket
Agir bi hêzgeha navokî ya tê çêkirin a Tirkiyê li bendera Mêrsînê ket.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Çirî 31, 2021 16:21 Asia/Tehran
  • Agir bi hêzgeha navokî ya Tirkiyê ket

Agir bi hêzgeha navokî ya tê çêkirin a Tirkiyê li bendera Mêrsînê ket.

Li gorî rapora YJC'yê, Li pey belavbûna nûçeya vê agirpêketinê, Elî Mahir Başarer endamê Komîsiyona parlimanba Tirkiyê ji CHPê, ji çêkirina vê hêzgehê rexne kir û got: Çêkirina hêzgeha navokî ya Tirkiyê li Mêrsînê bûye belaya canê Tirkiye û Mêrsînê.

Wî tevî amajeya bi ziyanên lêketî li malên gel li pey vê bûyerê, got: Agirpêketin li pey teqîna tranformatora elektrîkê bûye sebeba tirsa karkeran û gel û heta niha çend qelaş di erdî da çêbûne.