Li Tirkiyê Tewratên pênc hezar salî hatin dîtin
https://kurmanci.sahartv.ir/news/tirkiye-i329693-li_tirkiyê_tewratên_pênc_hezar_salî_hatin_dîtin
Polîsên dijî qaçaxçîtiyê yên Tirkiyê di operasyonekê de 5 Tewratên hezar salî yên zêrkirî dîtin.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Çirî 28, 2021 20:27 Asia/Tehran
  • Li Tirkiyê Tewratên pênc hezar salî hatin dîtin

Polîsên dijî qaçaxçîtiyê yên Tirkiyê di operasyonekê de 5 Tewratên hezar salî yên zêrkirî dîtin.

Li gorî rapora nûçegihanê IRIB`ê li Enqerê, di operasiyona ku li bajarê Kiziltepe li parêzgeha kurdnişîn a Mêrdînê li başûra rojhilata Tirkiyê hat lidarxistin de kesek bi tawana qaçaxçîtiya berhemên dîrokî û kevnar hat girtin.

Polîs piştî bidestxistina raporek derbarê qaçaxa berhem û pirtûkên dîrokî ev operasyon da despêkirin ku di encamê de pênc cildên Tewratê yên zêrkirî û li ser çermên heywanan hatine nivîsandin hatin dîtin.