Li Tirkiyê Tewratên pênc hezar salî hatin dîtin
Çirî 28, 2021 20:27 Asia/Tehran
Polîsên dijî qaçaxçîtiyê yên Tirkiyê di operasyonekê de 5 Tewratên hezar salî yên zêrkirî dîtin.
Li gorî rapora nûçegihanê IRIB`ê li Enqerê, di operasiyona ku li bajarê Kiziltepe li parêzgeha kurdnişîn a Mêrdînê li başûra rojhilata Tirkiyê hat lidarxistin de kesek bi tawana qaçaxçîtiya berhemên dîrokî û kevnar hat girtin.
Polîs piştî bidestxistina raporek derbarê qaçaxa berhem û pirtûkên dîrokî ev operasyon da despêkirin ku di encamê de pênc cildên Tewratê yên zêrkirî û li ser çermên heywanan hatine nivîsandin hatin dîtin.
Serepeyv