Erdogan bo cara duyem xwest Kiliçdaroglu îfadeyê bide
Serokkomarê Tirkiye Recep Tayyip Erdogan piştî karvedanên li ser mijara "kuştinên sîyasî", bi rêya parêzerên xwe cara duyem daxwaz kir ku Serokê CHPê Kemal Kiliçdaroglu îfadeyê bide.
Serokkomarê Tirkiye Recep Tayyip Erdogan derbarê "kuştinên sîyasî" de cara duyem daxwazname pêşkêş kir.
Di daxwaznameyê de tê gotin: “Kemal Kiliçdaroglu di daxwaznameya xwe de îdîa kiribû ku îdîayên `kuştinên sîyasî` xwe dispêrin hinek axaftinên Serokkomar û di vê çarçovê de daxwaz kiribû ku îfadeya Serokkomar bê wergirtin. Kiliçdaroglu gotibû ewê jî agahiyên pêwîst bi awayekî nivîskî pêşkêşî Serdozgeriya Komarî bike.”
Di daxwaznameyê de amaje bi wê yekê tê kirin ku “Kiliçdaroglu ji ber erka parlamenteriyê di çarçoveya hiqûqa ceza de berpirsê karê giştî tê hesibandin, lewra divê tiştê dizane û belgeyên di destê xwe de bêyî ti mercekî parve bike, ji ber ku mercên di daxwaznameya 15ê Cotmeha 2021ê de diyar kiribûn ti bingeheke wan a hiqûqî nîne.”
Parêzerê Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan, berî niha jî bi hinceta heqaret li Erdogan kiriye, dijî Serokê Giştî yê CHPê Kemal Kilicdaroglu, doz tomar kiribû. Parêzeran ji Serdozgeriya Enqerê daxwaz kiribûn, Kilicdaroglu bi tawanê “heqareta li serokkomar” bê cezakirin.
Serokê Giştî yê CHPê Kemal Kilicdaroglu bang li fermanbarên dewletê kiribû û gotibû, “Hûn fermanberên bi rûmet ên vê dewletê ne, ne yên malbata Erdogan in.”