Cotmeh 22, 2021 10:13 Asia/Tehran
  • Bihayê Lîreya Tirkiyê careke din daket

Bihayê Lîreya Tirkiyê hema wisa li ser riya daketinê ye û berdewam bênirx dibe.

Li gorî rapora IRIB Newsê ji Enqerê, Banka Navendî ya Tirkiyê di civîna roja Pêncşemiyê da ku ji bo biryardana derbarê asta sûdê hat lidarxistin da, asta sûda bankî ji sedî 18 gihande sedî 16.

 

Li pey ragihandina vê biryara Banka Navendî, bihayê Lîreya Tirkiyê ku di encama kêmbûna sedî 1ê di meha borî da û guherîna şevane ya sê cîgirên banka Navendî, ketibû ser pêvajoya daketinê, bi lezeke zêdetir kêm bû.

 

Aniha her dolara Amerîkayê li bazarê pere yên Tirkiyê bi qasî 9.48 Lîre ye ku di dîroka Tirkiyê da bêmînak e.

Gelek ji kovarên Tirkiyê Receb Teyib Erdoxan wek berpirsê bêswerûberî û daketina bihayê Lîreya vî welatî dizanin.

 

Serepeyv