Amara nîgeranker a belengazî û birçîtiyê li Tirkiyê
Li gorî dawîn amarên aborî, 16 miliyon kes ji nifûsa 83 miliyon kesî ya Tirkiyê di bin hêla Birçîbûnê da ne.
Li gorî rapora Tasnim Newsê ji zarê Rojnameya Yenî Çaxê, Di rojên borî da daketina bihaya lîreyê li Tirkiyê, gelê vî welatî gelekî nîgeran kiriye.
Di rewşa ku Tirkiye tûşî kêmbûna 50 miliyar dolarî ya bûdceyê bûye û zêdetir ji derfirotinê, ji derve dikirre, dabînkirina pereyê biyanî ji bo kirrîna madeyên xav û xwarekê, karê dewlet û welatiyên vî welatî dijwar kiriye.
Rojnameya Yenî Çaxê di raporeke aborî da bi sernavê "Tirkiyeya doh û îro", amaje bi vê kiriye ku Tirkiye tûşî paşketina aborî aborî û vegeriyaye salên tehl ên sê dehikên borî. Rojnameyên din û bikarênerên torên civakî jî bi weşandina wêneyên sarincên vala, amaje bi vê yekê kiriye ku gelê Tirkiyê hêza xwe ya kirrînê ji dest daye û dabînkirina xwarekê ji bo bi miliyonan mal û malbatî dijwar bûye.