Cotmeh 16, 2021 17:08 Asia/Tehran
  • Helwêsta Tirkiyê li hember hikûmeta Talîbanê ya li Efxanistanê

Wezîrê Derve yê Tirkiyê Mewlûd Çawûşoglu di rewşa heyî de naskirina hikûmeta Talîbanê ji aliyê Enqerê ve red kir.

Li gorî rapora IRNA`yê, Wezîrê Karên Derve yê Tirkiyê duh (Îniyê) di hevdîtina bi şanda Koma Talîbanê re got ku Tirkiye amade ye alîkariya Talîbanê bike ji bo pêşîlêgirtina krîzê li Efxanistanê, lê hikûmeta wan bi fermî nas nake.

Çavûşoglu, piştî vê hevdîtinê got ku wî bi heyeta Talîbanê re hevdîtin pêk aniye û pê re ser avakirina hikumeteke giştgirî û rêzgirtina li mafên jin û keçan gotûbêj kiriye.

Ji aliyê din ve Ajansa Nûçeyan a dewleta Tirkiyê, Anadoluyê ragihand ku Wezareta Karên Derve ya vî welatî bi daxuyaniyekê xemgîniya xwe ji ber kuştî û birîndarbûna hejmarek hemwelatiyên Efgan di êrîşa terorîstî ya li ser mizgeftekê li parêzgeha Qendeharê de anî ziman û ev êriş nemirovane bi nav kir û êrîşên vê dawiyê yên li ser mizgeftên Efxanistanê bi tundî şermezar kir.

Li Mizgefta Bîbî Fatemeh, ku bi navê Îmam Bargeh li Qendeharê tê nasîn, roja Înê bi dehan misilman û mumin  şehîd bûn û nêzîkî 100 kesên din jî birîndar bûn.

DAIŞê berpirsiyariya vê êrîş jî li ser mizgeftê girt ser xwe.

Îna borî, mizgefteke Şîeyan li parêzgeha Qundûzê ya Efganistanê bûbû armanca êrîşeke xwekujî û zêdetirî 200 kes li wir hatin kuştin û birîndar bûn.

Serepeyv