Cotmeh 16, 2021 13:01 Asia/Tehran
  • Hêzên Ewlehiya Tirkiyê li Rihayê 30 kes desteser kirin

Li parêzgeha Rihayê ya başûrê rojhilatê Tirkiyê 30 kes bi gumana ku qaçaxiya koçberan dikin hatin desteserkirin.

Li gor agahiyan tîmên Fermandariya Rihayê li ser zanyariyan bi sedema ku ji “Sûriyê bo Tirkiyê bi pereyan qaçaxiya koçberan tê kirin”, dest bi lêkolînan kirin.

Di encama lêkolînan de hêzên ewlekariyê îro 16ê Cotmeha 2021an di operasyonekê de  li navçeyên Kaniya Xezalan, Serê Kanî û Heranê yên parêzgeha Rihayê 30 kes bi gumana ku bi pereyan qaçaxiya mirovan dikin, desteser kirin.

Li gor zanyariyan piştî îfadeyê  8 gumanbar ji wan  hatine berdan û derbarê 22 gumanbarên din jî lêkolîn berdewam in.

Serepeyv