Dîsa bihaya Lîreya tirk li hemberê Dolarê amerîkî daket
Cotmeh 16, 2021 09:32 Asia/Tehran
Daketina buhayê lîreya Tirkiyê li hemberî diravên biyanî berdewam e û her dolarek bi 9.26 lîreyên Tirkiyê ye ku ev jî hejmareke pîvanî ya daketina buhayê lîre ye.
Daketina berdewam ya lîreya Tirkiyê rexneyên tund yên opozisyonê li pey xwe anîn bi taybetî guhertina 3 berpirsên pilebilind ên Banka Navendî bi biryara Serokomarê Tirkiyê Receb Teyib Erdogan.
Serokê Giştî yê Partiya Komarî ya Gel (CHP) Kemal Kiliçdaroglu duh 15ê Cotmehê li gel şandeke Maseya Aborî ya partiya xwe serdana Banka Navendî kir û daxwaz kir ku êdî destwerdanê di karûbarê Banka Navendî de neke.
Serokê CHPê peyamek ji Serokomarê Tirkiyê re şûand ku siyastê tevlî Banka Navendî neke û rêzê li nasnama bankê bigire.