Wezîrên derve yên Tirkiye û Lîbyayê li Enqerê civiyan
Cotmeh 15, 2021 14:12 Asia/Tehran
Necla Menqûş wezîrê derve yê Lîbyayê li Enqerê bi Mewlûd Çawûşoxlû wezîrê derve yê Tirkiyê ra civiya û wan derbarê hevkariyên dualî gotûbêj kir.
Necla Menqûş wezîrê derve yê Lîbyayê li Enqerê bi Mewlûd Çawûşoxlû wezîrê derve yê Tirkiyê ra civiya û wan derbarê hevkariyên dualî gotûbêj kir.
Li gorî rapora malpera TRT'yê, Mewlûd Çawûşoxlû wezîrê derve yê Tirkiyê gotûbêjên tev wezîrê derve yê Lîbyayê û taxima pê ra sûdewer nirxand û got: Kiryarên seretayî jibo lidarxistina duyemîn civîna Konseya Bilind a Hevkariyên Stratejîk a du welatan hatiye nirxandin.
Wî tevî eşareta bi vêya ku bi zûtî dê li Lîbyayê Hilbijartina seranserî were lidarxistin, got: Em derbarê pêvajoya lidarxistina hilbijartinê li Lîbyayê jî şêwirîn.