Wezîrê Derve yê Tirkiyê li gel şanda Talîbanê civiya
Wezîrê Derve yê Tirkiyê Mevlut Çavuşoglu îro li Enqerê pêşwazî li şandeke bilind a hikûmeta Talîbanê kir û got, Talîbanê tekez kiriye ku ew dê di mijara koçberên Efxan de bibin alîkar.
Şanda bilind a Talîbanê ya di bin serokatiya Wekîlê Wezîrê Derve yê Hikûmeta Talîbanê Emîr Xan Mutteqî de, ji 7 kesan pêk dihat.
Wezîrê Derve yê Tirkiyê piştî hevdîtinê ragihand ku wan ji şanda Talîbanê re dûpat kiriye, divê hikûmetekê pêk bînin ku hemû aliyan li xwe bigire û got, Talîbanê jî daxwaza alîkariyên mirovî û berdewamkirina weberhênan li Efxanistanê kir.
Çavuşoglu ragihand ku wan behsa rewşa balafirgehan jî kir û got, wan hêvî, nêrîn û bendewariyên xwe yên li ser balafirgehan û rewşa ewlehî ji şanda Talîbanê re diyar kirin.
Berdevkê Wezareta Derve ya Koma Talîbanê Ebdulqehar Balkî jî li ser torên civakî peyamek belav kir û amaje bi wê kir ku şanda Talîbanê li ser vexwendina fermî ya Çavuşoglu serdana Tirkiyê kiriye.
Ev yekem serdana fermî ya Talîbanê ye bo Tirkiyê piştî ku dest danî ser desthilata Efxanistanê.