Cotmeh 14, 2021 20:52 Asia/Tehran
  • Ebru Gunay: Erdogan kerba xwe ya Putîn û Biden ji Kurdan derdixe

Berdevka Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Ebru Gunay ragihand Serokê Rûsya û Serokê Amerîkayê ultîmatom dide desthilatdariya Tirkiye, ew jî kerba xwe ji Kurdan derdixe û gefan li Kurdan dixwe.

Berdevka HDPê Ebru Gunay, li Navenda Giştî ya HDPê, civîna çapameniyê ya heftane ya partiya xwe li dar xist û geşedanên vê dawiyê nirxandin.

Ebru Gunay, di civîna rojnamevanî de berê rexneyên xwe da desthilata Tirkiyê û got, ji ber ku sîstem ji serî heta binî ve ji aliyê kesekî ve tê birêvebirin, di siyaseta navdewletî de jî, hêza xwe ya bazarkirinê bi şer çêdike.

Gunay diyar kir ku ew rê nedin van kiryarên desthilatê yên ji bo şer: “Xelk birçî ye nan dixwaze, lê desthilat dibêje şer. Ciwan siberojeke baş dixwazin, desthilat dibêje şer. Xwendekar perwerdê dixwazin, desthilat dibêje şer. Civak hiqûqê dixwaze, desthilat dibêje şer. Tiştekî di destê wan de maye tenê zordarî  û êrîş e. Ji bo karibin desthilata xwe berdewam bikin welat diavêjin nav agir. Ez dixwazim biwekilînim ku em rê nadin van kiryarên desthilatê. Divê gelê me ji polîtîkaya wan ya guhertina rojevê bawer nekin. Şer qet ne çareseriyek e. Polîtîkaya xerckirina hemû çavkaniyan bo şer, ne polîtîkayeke dewletê ye û divê nebe jî.”

Di beşeke din a axavtina xwe de Gunay, bal kişand ser gefên rayêdarên Tirkiyê yên li dijî kurdên Sûriyê û aamaje bi wê yekê kir ku Serokê Rûsya Valdimir Putîn û Serokê Amerîkayê Joe Biden ultîmatom dide desthilatdariya Tirkiye, ew jî kerba xwe ji Kurdan derdixe û got: “Li şûna ku ji polîtîkaya Sûriyê ya ku bi eşkere sûcên şer tê kirin, dersan werbigirin, vê hefteyê pêşî Erdogan û piştre Çavuşoglu gef xwarin ku dê dîsa êrîşî Bakurê Rojhilatê Sûriyê bikin.Pûtîn di mijara Idlibê de ultîmatom dide, ew gefan li Bakur û Rojhilatê Sûriyê dixwe. Ew dê bi Biden re hevdîtin bikin, ew gefan li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyê dixwe. Ev hukûmet bi tevahî hukûmetek şer e. Derdê wan tenê ew e ku her kesî di vî şerî de bikar bînin.”

Serepeyv