Şandeke bilind a Talibanê serdana Tirkiyê dike
Lê derbarê serdanê û hûrgiliyên wê de hêj ti daxuyaniyên fermî ji herdu aliyan nehatine dan.
Li gorî ragihandina IRIB Newsê ji Enqerê, Şanda bilind a hikûmeta demkî ya Talibanê bi serokatiya Wekîlê Wezîrê Derve yê Efxanistanê Emîr Xan Mutteqî îro gihêşt Enqerê paytexta Tirkiyê.
Li Tirkiyê ajansa fermî ya dewleta vî welatî Anadolu jî ragihand, yekemîn têkiliya fermî ya Talibanê û Tirkiyê, îro li Enqerê pêk tê.
Li Efxanistanê jî berê despêbûna vê serdanê hin medyayên nêzîkî hikûmeta Talibanê belav kiribûn ku şanda Talibanê ya bi serokatiya Wekîlê Wezîrê Derve yê Efxanistanê Emîr Xan Mutteqî piştî hevdîtinên li Duhayê, li ser vexwendina Wezîrê Derve yê Tirkiyê Mevlut Çavuşoglu îro serdanê Enqerê dike.
Şanda Talibanê ya bi serokatiya Emîr Xan Mutteqî, roja 12 Cotmehê li paytexta Qeterê li Duhayê, bi berpirsên Amerîka û Yekîtiya Ewropayê re hevdîtin kiribû.
Wezîrê Derve yê Tirkiyê Mevlut Çavuşoglu duh li ser hesabê xwe yê Twitterê got: “Me 4-5 wezîrên derve biryar da ji bo lêkolînên li cih, çawaniya pêwendîkirinê û pêşniyarên xwe bibêjin bi hev re serdana Efxanistanê bikin. Em niha xebatên xwe bi riya telefonê dimeşînin.”
Li aliyê din duh li Enqerê ji aliyê Desteya Siyaseta Derve û Ewlehiyê ya Serokomariya Tirkiyê “Komxebata Efxanistanê” hat lidarxistin.
Nûnerên desteyê, nûnerên wezaret û saziyên peywendîdar, akademîsyen, saziyên ramanê û nûnerên medyayê beşdarî Komxebata Efxanistanê bûn ku tê de pêşhatên li wî welatî û rola Tirkiyê li Efxanistanê hatin nîqaşkirin.