Li Sûriyê bi mûşekan êrişî hêzên Tirkiyê kirin; Kuştî û birîndar hene
https://kurmanci.sahartv.ir/news/tirkiye-i329348-li_sûriyê_bi_mûşekan_êrişî_hêzên_tirkiyê_kirin_kuştî_û_birîndar_hene
Li navçeyên Operasyona Mertala Firatê û li nêzîk bajarê Ezazê yê Sûriyê, leşkerekî taybet ê Tirkiyê hat kuştin û 3 leşkerên din jî birîndar bûn.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Çirî 10, 2021 20:53 Asia/Tehran
  • Li Sûriyê bi mûşekan êrişî hêzên Tirkiyê kirin; Kuştî û birîndar hene

Li navçeyên Operasyona Mertala Firatê û li nêzîk bajarê Ezazê yê Sûriyê, leşkerekî taybet ê Tirkiyê hat kuştin û 3 leşkerên din jî birîndar bûn.

Ajansa fermî ya Tirkiyê ragihand, li bakurê Sûriyê û li navçeyên Operasyona Mertala Firatê, hêzên wî welatî rastî êrişeke mûşekî hatine.

Wezareta Navxwe ya Tirkiyê jî derbarê bûyerê de ragihandiye, di vê êrişê de polîsekî taybet ê Tirkiyê hatiye kuştin û 3 polîsên taybet jî birîndar bûne.

Di daxuyaniya xwe de, Wezareta Navxwe ya Tirkiyê, PKK/PYD bi encamdana vê êrişa mûşekî tohmetbar kiriye.