Kêmbûna nirxê lîreya Tirkiyê û krîza debarê
Nirxê lîreya Tirkiyê li hember dolar daket asta herî nizm. Ev yek krîza debarê li Tirkiyê mezin dike.
Li gorî daneyan, lîreya Tirkiy; roja çarşemê li hember dolar daket û li hember dolar 8.9 derbas nake.
Nirxê lîreya Tirk 8.9250 saet di 06:09’an de bi dema GMT gihaşt asta herî nizm ku di 29’ê Îlonê de gihaştibû 8.9450. Li hember wê yekê metirsî hene ku bandorê Erdogan li ser siyaseta darayî heye.
Bilindbûna nirxê dolar li hember daketina lîreya Tirk, krîzên debarê li Tirkiyê girantir kirin.
Li gorî agahiyên Tora Nûçeyan a El-Eyn ku ji dezgehên çapemeniya Tirk girtine, navenda lêkolînên aborî û civakî ya zanîngeha Bahçeşehîr a Stenbolê lêkolînek derbarê mijarê de çêkir.
Li gorî lêkolîna zanîngeha Bahçeşehîr nirxê xaniyên ku li Stenbolê yên ji bo firotanê û kirê hatine pêşkêşkirin, hemwextî vegera zanîngehan gihîştiye asteke bilind. Lê bi hevrûkirina par re nêzî 50.7 bilind bûye.
Têkildarî lêkolîna navendê, li gorî şîrovekaran kirêyên malan hemwextî bilindbûna sûdwariyê bilind bûye. Her wiha beşa avahiyan jî bi sedema pandemiya Koronayê bi paş ketiye. Ev hemû sedem hiştin ku kirêya malan zêde bibin.
Li gorî lêkolîna navendê, di meha borî de kiriyên malên li Stenbolê gihaşt ji sedî 8.4. Ew jî li ser paşxaneya ku malên bi kirê kêm in û xwesteka kirêkirinê jî zêde ye, kirê bilind bû.