Hevserokê HDP’ê: "Heke we pirsgirêka kurd çareser kiribe, çima panzêr zarokên kurd dikujin?"
Hevserokê HDP’ê Mîthat Sancar destnîşan kir ku HDP bi bawerî û hêza gel rêya xwe didomîne û got: "Belgeya helwesta me ya ji danezana Tirkiyeyê ye, ew nexşeya rêya demokrasiya xurt e."Sancar bersiva gotina "me pirsgirêka kurd çareser kiriye" ya Erdogan jî da û got: "Heke we pirsgirêkê çareser kiribe, çima her roj li bajarên kurdan panzêr zarokan diperçiqînin?"
Li gorî rapora ajansa nûçeya a Mezopotamyayê (MA), Hevserokê Giştî yê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Mithat Sancar, li Meclîsê civîna heftane ya koma partiya xwe li dar xist û mijarên di rojevê de nirxand.
Sancar got: "Çimkî HDP ji nava gel hatiye afirandin, ji nava gel tê. Ew bi gel re ye. Hesabên ku li hember wê hatine kirin dê tenê ger gel razî bibe biyrara vê bide.”
MECLÎS BI ÎNKARA KURDAN VEBÛ Mithat Sancar di dewamê da got: Wek ku hûn dizanin Meclîs bi înkarkirina pirsgirêka kurd vebû. Yek ji bingehîn pirsgirêkên vî welatî pirsgirêka kurd e. Her kes viya baş dizane. Serokê Giştî yê AKP'ê pisgirêka kurd înkar kir û axaftina xwe kir. Çi got dibêje 'me pirsgirêka kurd çareser kiriye' Beriya niha bi salekê Serokê Giştî yê AKP'ê hevokek wek 'me pirsgirêka kurd çareser kiriye' negotibû.
HEKE PIRSGIRÊK ÇARESER BÛBÛ, ÇIMA PANZÊR ZAROKAN DIKUJIN?
Hevserokê HDP’ê got: "Erê, em li vir bipirsin ka pirsgirêk çawa di salekê de hate çareserkirin û kes pê nizane. Çima bi hezaran siyasetmedarên hilbijartî di girtîgehê de ne? Ger çareser bibe, hûn çima siyasetmedarên ku ji bo çareseriya pirsgirêka Kurd, demokrasî û aştiyê têdikoşin rehîn digirin? Çima hûn wan dixin girtîgehan? Zextên li ser Kurdî, înkar û mêtingeriyê dewam dikin. Têgihîştina ku encamên hilbijartinê yên li yek ji sê parên Tirkiyeyê paşguh dike, dikare pirsgirêka Kurd çareser bike? Ma têgihîştina tayînkirina qeyûman wekî di plana Islahata Rojhilat de, dikare pirsgirêka Kurd çareser bikira? Ma ev e çareserî? Ger we fêhm kiribe, çima panzêr hin jî li bajarên Kurdan digerin û zarokan diperçiqînin û dikujin?