Cotmeh 05, 2021 23:47 Asia/Tehran
  • Erdogan dîsa xwendekarên Bogaziçiyê yên nerazî wek terorîst bi nav kirin

Serokkomarê Tirkiyê Receb Teyib Erdogan xwendekarên zanîngeha Bogaziçiyê ku serokê zanîngehê protesto kirin wek terorîst dan zanîn û got ew ne xwendekar in, terorîst in.

Beşek ji xwendekarên Zanîngeha Bogaziçiyê ya li Stenbolê, 5ê Cotmeha 2021ê bi armanca protestokirinê pêşiya otomobîla serokê Zanîngeha Bogaziçiyê Naci Inci girtin û çûn ser otomobîla wî. Ev dîmen li ser medya civakî jî belav bûn û Erdogan derbarê van dîmenan de axivî. Erdogan got “kesên ku ev tişt kirine ne xwendekar in terotîst in.” Ev çend car e ku Erdogan ji ber çalakiyên xwendekaran wan weke terorîst bi nav dike.

Xwepêşandan û nerazîbûna xwendekarên Zanîngeha Bogaziçi ya Stenbolê ji 4ê Çileya îsal ve destpê kiriye. Ew jî piştî wê bû ku bi îmzeya Erdogan, Melih Bulu wek rektorê nû yê zanîngehê hat destnîşankirin. Xwendekaran daxwaz kirin ku bila serokê zanîngehê bi riya hilbijartinê bê diyarkirin.

Demeke dirêj nerazîbûn û xwepêşandanên xwendekaran berdewam kirin. 21ê Tebaxa 2021ê bi biryarekê li cihê Melih Bulu wek serokê zanîngehê Naci Inci hate diyarkirin. Piştî wê jî nerazîbûna xwendekaran berdewam kir û hê jî daxwaza wan rêbaza hilbijartinê bû.

Erdogan derbarê nerazîbûna xwendevanan de axivî û got: “Ez Tirkiyeke ku xwendekarên wê biçin ser otomobîla serokê zanîngehê û xwe hilpekînin qebûl nakim. Dê serokê zanîngeha te di otomobîlê de be û tê pêşiya wî bigrî û dawiyê jî derkevî ser otomobîlê û xwe hilpekînî. Nabe ev xwendekar bibin. Ew kesana  terorîst in ku bi dizî ketine nava zanîngehan. Ew kesên ku li parkan li ser kursiyan xwe dirêj dikin, ma qey xwendekar in? Çi eleqa wan bi xwendekariyê heye? Evane wek yên Geziyê terorîst in ku ji derve hatine  bo terorê belav bikin.”

Zanîngeha Bogaziçi ya Stenbolê di 1863an de hatiye damezrandin û li Tirkiyê zanîngeheke herî bi nav û deng e. Nêzîka 17 hezar xwendekar û hezar mamosteyên wê hene.

Serepeyv