Mijdar 07, 2025 22:06 Asia/Tehran

Hêzên Berteka Lezgîn li Sûdanê piştî 11 rojan cinayetên berfireh dijî sivîlan duh êvarê pêşniyara agirbesê qebûl kirin.

Tevî ku Hêzên Berteka Lezgîn li Sûdanê pêşniyara agirbesê qebûl kirine lê îro wan êrişî ser hin deverên li Xartûm û çemê Nîlê kirin. Eva di halekî de ye ku  welatiyên sûdanî jî ser pêkanîna agirbesê ji hêla Hêzên Berteka Lezgîn li Sûdanê ve gumana wan heye û dibêjin ku Hêzên Berteka Lezgîn li Sûdanê  çend caran agirbes dane destpêkirin û dû re jî binpê kirine , vêca çi garantî heye? Di berteka li himberî hovîtiyên bêhejmar li Sûdanê duh êvarê civîna awarte ya Konseya Ewlehiyê ya NY hate lidarxistin. Endamên Konseya Ewlehiyê ya NY di vê civînê de êrişên Hêzên Berteka Lezgîn ser bajarê Faşerê şermezar kirin û daxwaza bidawîanîna bi lez ya cinayetên Hêzên Berteka Lezgîn kirin. Hesen Hamid, Nûnerê Sûdanê li NY, daxwaza boykotkirina bi lez a çek û sîlehan dijî van welatan kir ku piştgirî dane Hêzên Berteka Lezgîn. Serokwezîrê Sûdanê jî bal kişand ser cinayetên mîlîtanên piştgiriya lezgîn li bajarê Faşerê û gotibû ku ger pêşiya van mîlîtanan neyê girtin şer dê belavî welatên cîran jî bibe.

Serepeyv