Zêdebûna serkutkirina koçberan li Amerîkayê
Serkutkirin û şîdeta ji aliyê erkdarên Dayireya koçberiyê ya Hikûmeta Trump dijî koçberan li bajarên mezin ên Amerîkayê bi taybetî li Şîkagoyê zêde bûye.
Şîkago sêyemîn bajarê herî qelebalix ê Amerîkayê, tim dibe şehedê serkutkirina dijberên siyasetên koçberiyê yên Trump û her wiha dîmenên bi tundûtûjî yên girtina koçberan .Ji wan êrişa efserên çekdar û bi niqab ên dayireya Koçberiyê ya hikûmeta Trump ser otomobîla jineke ciwan a koçber, kişandina wê bi tundî ji otomobîlê û girtina wê û êrişa efserên çekdar û bi niqab ser baxçeyekî zarokan li Şîkagoyê û girtina fêrkarekê li ber çavên zarokan. Tevî van serkutkirin û tundûtûjiyên bêhempa,Trump di helwesta xwe ya her nû de ragehandiye ku efserên koçberiyê ne tenê zêdegavî nekirine belku hinekî xemsarî jî kirine.