Cotmeh 02, 2021 22:51 Asia/Tehran
  • Amerîkayê careke din gef li Tirkiyê xwar

Cîgira Wezîrê Derve yê Amerîkayê Wendy Sherman li ser kirîna çekên ji Rûsî gef li Tirkiyê xwar û got ”Eger Tirkiye ji Rûsyayê zêdetir çekan bikire, dê peywendiyên di navbera wan de bikevin bin metirsiyê.”

Cîgira Wezîrê Derve yê Amerîkayê di dewama gotina xwe de herwiha diyar kir: “Me ji wan (Tirkiyê) xwest ku dest ji kirîna kelûpelên ji Rûsyayê berdin. Eger Tirkiye di vî warî de berdewam be, em dê hewl bidin encamên vê yekê ji wan re bibêjin.”

Serokkomarê Tirkiyê Receb Teyib Erdogan piştî civîna xwe ya li gel Serokê Rûsyayê Vladimir Putin amaje bi wê yekê dabû ku ew di mijara sîstema berevaniya esmanî S-400an de paş de gav navêjin û dê li ser kirîna wê sîstemê ji Rûsyayê berdewam bibin. Amerîka jî di mijara kirîna S-400an de ligel Tirkiyê nakok e û li bermaber van gotinên Erdogan nerazîbûn nîşan da.

Cîgira Wezîrê Derve yê Amerîkayê Wendy Sherman derbarê civîna Serokomarê Tirkiyê ya li gel Serokê Rûsyayê de bersiva pirsên rojnamevanan da. Sherman amaje bi wê yekê da ku wan her tim ji Tirkiyê xwestine sîstema S-400an li ba xwe nehêle û dest ji kirîna kelûpelên leşkerî ji Rûsyayê berde û got “Em hewl didin encamên berdewambûna li ser vê mijarê ji Tirkiyê re bibêjin.”

Wendy Sherman tekez kir û dibêje “Sîstema S-400an ne li gor sîstemên NATOyê ne û bi hevre nayên xebitandin“

Receb Teyib Erdogan hefteya borî piştî serdana xwe ya bo Amerîkayê di daxuyaniyeke derbarê peywendiyên bi Amerîkayê re gotibû: “Wek du welatên endamên NATOyê niha peywendiyên me ne baş in. Ez nikarim bibêjim ku me li gel Biden baş destpê kir.”

Herwiha Erdogan ameje bi wê yekê jî dabû ku Tirkiyê bi bihayê 1 milyar û 400 milyon dolar firokeyên F-35 ji Amerîkayê kirîne lê tevî ku pereyê wan jî dane, ew firoke bo welatê wî nehatine şandin.

Serepeyv