Cotmeh 01, 2021 22:49 Asia/Tehran
  • Senatorên Amerîkayê ji Biden xwestin ku hesabê ji Erdogan bixwaze

Senatorên demokrat û komarparêz ji serokomarê Amerîkayê Joe Biden xwestin ku hesabê ji serokomarê Tirkiyê Receb Teyib Erdogan bixwze ji ber hewldanên dewleta Tirkiyê ku Kurdan ji mafên wan bê par dihêle, pirengiya siyasî ya li welêt sînordar dike û desthilatê bi rêbazên nedemokratîk ava dike.

Li gorî rojnama Kathimerini ya yewnanî senatorê amerîkî Chris Van Hollen Led ku demokratîk e û endamê Komîteya Têkiliyên Derve ya Kongreyê yê komarparêzê James Lankford duh bang li Biden kir ku hesabê ji Erdogan bixwaze, ji ber hewldanên ku kurdên li Tirkiyê ji mafên wan bê par dike, pirengiya siyasî ya li welêt sînordar dike û bi rêbazên nedemokratîk desthilatê ava dike.

Senatoran nameyek ji Biden re şandin û tê de gotin: "Em ji ber biryara dadgeha destûrî ya Tirkiyê ya di Hezîrana 2021`an de bi fikar in ku lîsteya tawanên li dijî HDP`ê qebûl kir. Ev hewldan ji bo jihevxistina HPD`ê hat kirin ku li ser asta Tirkiyê di rêze sêyemîn a partiyên herî mezin de ye."

Senatoran nama xwe wiha domand: “Em bang li we dikin ku hewldanên Erdogan şermezar bikin. Bi şirîkên me yên Yekitiya Ewropayê re kar bikin da ku ji vê zêdetir demokrasî li Tirkiyê paşde neçe.”

Senatoran diyar kirin ku di dirêjahiya salên dawîn de serokomarê Tirkiyê Erdogan ji bo sînordarkirina mafên HPD`ê bi zanabûn hemeleyek meşand.

Senatoran di dawiya nama xwe de got: “Em bang li we dikin ku xwedî li demorkasiyê, mafên mirovan û serdestiya qanûnê di têkiliyên wan yên bi Tirkiyê re derkevin. Bi şirîkên me yên Yekitiya Ewropayê (YE) re koordîneyê bikin. Divê Erdogan fêm bike ku wê encamên jihevxistina HDP û girtina endamên wê li ser Tirkiyê bi xeter bin.”

Endamên kongreyê Chris Van Hollen, James Lankford, Ron Wyden, Tom Telles, Jeff Merkley, Jane Shaheen, Angus King, Cory Booker, Ed Markey û Sherrod Brown ev xîtab îmze kir.

Serepeyv