Mizgîniya Zivistanê; Li navçeyên bilind ên parêzgeha Erdexanê berf bariya
https://kurmanci.sahartv.ir/news/tirkiye-i329057-mizgîniya_zivistanê_li_navçeyên_bilind_ên_parêzgeha_erdexanê_berf_bariya
Li parêzgeha Erdexanê ya Tirkiyê berfeke zêde bariya û li hinek cihan trafîk rawestiya.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Îlon 26, 2021 09:58 Asia/Tehran
  • Mizgîniya Zivistanê; Li navçeyên bilind ên parêzgeha Erdexanê berf bariya

Li parêzgeha Erdexanê ya Tirkiyê berfeke zêde bariya û li hinek cihan trafîk rawestiya.

Li gorî nûçeya Rûdawê, Li navçeyên bilind ên parêzgeha Erdexanê berfeke zêde bariya. Ji ber berf û pûkê rêya Erdexan-Şavşat û Erdexan-Duxurê li hinek cihan trafîk rawestiya.

Bi taybetî li Geliyê Sahara gelek barhilgir ji ber berf û pûkê asê man. Li ser rêya Erdexan-Çildirê li gundê Olçakê jî barhilgirek qulibî.

Li aliyê din di 24-25 Îlonê de li parêzgeha Wanê ya Tirkiyê ji ber barana zêde li çend gundan lehî rabû û mal û dikanên xelkê di bin avê de man.