Îlon 26, 2021 09:10 Asia/Tehran
  • Lîra Tirkiyê ketiye nizmatiyeke dîrokî

Nirxa diravê neteweyî yê Tirkiyê bi biryara çaverênekirî ya banka navendî ya vî welatî jibo kêmkirina sûdê, ketiye kêmtirîn bihaya xwe ya dîrokî.

Li gorî rapora ISNAyê, Lîra Tirkiyê piştî heft hefteyan daketina li hemberî pereyên navneteweyî, careke din kete ser pêvajoyeke daketinê û di roja dawiyê ya danûstandinên pereyên biyanî li Stenbolê, gihîşte 8.89 Lîreyî li hemberî her dolareke Amerîkayê.

 

Ev di halekî da ye ku Banka Navendî ya Tirkiyê beriya vê yekê nirxa sûdê bi sedaneyeke kêmkirinê gihande sedî 18.

Serokomarê Tirkiyê ku ji rexnekirên sereke û dijwar ên sûda zêde ye, vê dawiyê di hevpeyîvîna digel kanaleke televîziyona vî welatî gotibû ku nirxa sûda bankî divê ji qasa niha kêmtir bibe.

 

 

Serepeyv