Îlon 23, 2021 22:04 Asia/Tehran
  • Erdogan: Li Tirkiyê pirsa Kurd tune ye

Serokomarê Tirkiyê Receb Teyib Erdogan derbarê pirsa Kurd de axivî ku van rojan bûye rojeva siyaseta Tirkiyê û 'dia kir: “Li Tirkiyê pirsa Kurd nîne, me ji mêj ve ev pirs çareser kir û qedand.”

Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyîp Erdogan ku di çarçova civînên Lijneya Giştî ya Netewên Yekbûyî (NY) de li New Yorkê ye, derbarê pirsa Kurd û dawîn pêşhatên siyaseta Tirkiyê de bersiva pirsên rojnamevanan da.

Çareserkirina pirsa Kurd careke din bûye rojeva siyaseta Tirkiyê û Erdogan jî li ser nîqaşên dawî helwesta xwe eşkere kir.

Erdogan amaje bi dawîn nîqaşên li ser pirsa Kurd kir û li gor wî “heyf e” ew dema xwe bi nîqaşên li ser vê mijarê derbas bikin û got, mixeteb “Îmrali ye yan ne ew e, ev pirsgirêka wan e. Bila ew bi vî rengî riya xwe berdewam bikin; yanî HDP ye, ev e an ew e... em jî dibêjin, li vî welatî Tifaqa Cumhur xala tekane ya çareserkirina vê pirsê ye û em wek Tifaqa Cumhur xebata çareserkirina vê yekê didin.”

Erdogan di dewama gotinên xwe de li ser pirsa Kurd îdia kir, “Li Tirkiyê pirseke bi vî rengî nîne. Me ji mêj ve ev kar qedandiye, derbas kiriye û xilas kiriye.”

Serokê Partiya Komarî ya Gel (CHP) Kemal Kiliçdaroglu berî niha gotibû ku cihê çareserkirina pirsa Kurd parlament e û ew dê pirsa Kurd li gel Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) çareser bikin.

Piştî van gotinên Kemal Kiliçdaroglu pirsa Kurd careke din bû rojeveke germ a siyaseta Tirkiyê û nîqaş li ser “mixeteb kî ye?” rawestiyan.

Serepeyv